PYD’ê: Divê PDK’ê li hember kiryarênên Tirkî erka xwe bi cih bîne

Meclisa Giştî ya PYD’ê şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) bi daxuyaniyekê şermezar kir

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku mîna van kiryarên dermirovî ku rejîma Tirk li dijî gelê Kurdistanê û Tevgera Rizgariya Kurdistnê pêk tîne dikeve şerê giştî de.

Di daxyaniyê de Meclisê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî binpêkirinên îstîxbarata Tirk ên li ser xaka xwe erka xwe bi cih bîne.

Meclisa PYD’ê dawiyê soza domandinan riya şehîd Yasîn Bulut da û bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk kirin ku li hemberî hemû cûre şerê qirkirinê ku rejîma Tirk pêk tîne bisekinin.

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê êriş şermezar

KIRMeclisa Rêveberiya Siyasî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriye jî bi daxuyaniyeke şehîdxistina Yasîn Bulut şermerzar kir.

Meclisê got:

“Şehîdxistina Bulut îradeya azadî, aşitî û biratiya gelan xurtir kir. Her wiha bi van êrişan nikarin îradeya kesên ku parastina nirxên edalet, azadî û biratiya gelan dikin, lawaz bikin.”

Back to top button