Li Tirkiyê di 10 salên dawî de bikarinan çekên bê ruxset 10 qet zêde bûye

Li Tirkiyê di van 10 salên dawiyê de tundî, kuştin û binpêkirina mafê jinê sed qet zêde bûye.
Nemaza bi betalkirina Peymana Stenbolê re ev yek ketiye rewşekî metirsîdar.
Lê wekî ku tiştek tuneye, welat di nava aramiyê de ye, desthilata AKP û MHP’ê ji nedîtî û nebihîstinê didane.

Li seranserî cihanê, ji hêla desthilatdar û polîtikayên dimeşinîn, kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bûye.

Jinên biyara jiyana xwe didin, dixwazin bixwinin, kar bikin, daxwaza veqetînê dikin tên kuştin…

Jin wekî her serdemê niha jî li berxwedidin ji bo bikarin jiyan bikin…

Li cîhana ku kuştina jinan bûye “jenosîd” li Tirkiyê kuştina jinan tê paşguhkirin êdî hikûmet li ser kursiya sûcdar e.

Pergala ku her mafî dide mêran, şîdetê jî rewa dike û bi mekanîzmayên xwe yên ku jinan sûcdar dike û mêran mafdar dibîne, bingeha domandina şîdetê pêk tîne.

Tirkiye di warê tundiya li dijî jinan û qirkirina zayendî de di nav welatên OECD (Welatên Pêşveçûn û Hevkariya Aboriyê) de di rêza yekem de ye.

Li gorî lêkolîna civakî ya ku 2019 OECD li ser 36 endamên rêxistinê hatiye kirine, welatê ku herî zêde jin rastî tundiya fizîkî û derûni ya mêrê nêzî xwe tê ji sedî 38 Tirkiye ye.

Li gorî daneyên sûcên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ya Tirkiyê, di van 10 salên dawîn de, hejmara çekên bê ruxset 10 qat zêde bûye.

Bi tevahî 22.5 milyon çek li welat hene ku 2.5 milyon ji wan bi ruxset û 20 milyon jî bê ruxset in.

Di destên 25 milyon mirovan de çek hene û nêzîkî ji sedî 85’ê ji wan bê ruxset in.

Li gorî Wezaretê, di salên 2014-2019’an de di 188,425 bûyeran de çek hatine bikaranîn.

Di 10 cînayetan de, 7 ji wan bi çekê tên kirin.

Li gorî lêkolîna Weqfa Umut, mînak di 9 mehên ewil ên 2020’an de, bi tevahî ji 2 hezar û 455 bûyeran, 2 hezar û 61 bi çekê pêk hatine, di çapameniyê de hat xuyakirin.

Tenê di 2021’an de heya niha 181 jin hatine kuştin

Li gorî daneyên mehane yên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, li Tirkiyê di 8 mehên pêşîn ên 2021’ê de 181 jin ji hêla mêran ve hatine kuştin. Ji wan 86 jin bi çekan hatin kuştin.

Ev jî dide nîşandan ku AKP-MHP li hember kuştina jinan bêdeng dimîne, paşguh dike û xwe li nedîtinê datîne.

Jin dixwazin mafên wan bi Peymana Stenbolê werin parastin, ji bo vê her di nava têkoşîn û berxwedanê de ne.

Back to top button