Tevgera Goran: Êrişên li dijî şoreşgerên li Başûrê Kurdistanê nayê qebûlkirin

Çalakî û nerazîbûnên li başûrê Kurdistanê yên li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê û şehîdxistina Şukrî Serhed zêde dibin.

Endamê Civata Nîştimanî ya Goran Kardo Mihemed diyar kir êrişên dijî têkoşerên li Başûr nayê qebûlkirin.

Pêşmergeyê Dêrîn Mam Ristem jî got, bi êrişan ne PKK û ne jî Kurd tune nabin.

Hunermendên Germiyanê jî bang li hikumeta başûr kirin ku li dijî êrişan bibe xwedî helwest.

Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker û şehîdxistina şoreşgerê Kurd Yasîn Bûlût (Şukrî Serhed) dewam dikin.

Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Kardo Mihemed derbarê şehîdxistina şoreşgerê Kurd Şukrî Serhed ji Rojnewsê re axivî û diyar kir bûyerên bi vî awayî aramî û ewlekariya başûrê Kurdistanê dixin xeteriyê û got,

” Ev buyereke kirêt e. Êrişa dijî têkoşerên li Başûrê Kurdistanê nayê pejirandin. Pêwîste em ewlekariya welatê xwe biparêzin.”

Pêşmergeyê Dêrîn: Ji ber bê tifaqiya Kurdan dijmin êriş dike

Pêşmergeyê Dêrîn Mam Ristem têkildarî êrişên dewleta Tirk û şehîdxistina Şukrî Serhed axivî û diyar kir ji ber bê tifaqiya nava Kurdan MÎT û Îtlaat bi li Başûrê Kurdistanê di nava tevgerê de ne.

Mam Ristem da zanîn dewleta Tirk li dijî hemû gelê Kurd e û wiha got, “Nikarin Kurdan tine bikin. Bi şehîd xistina kurdan, ne Kurd, ne PKK ne jî Kurdistan tine nabe.”

Hunermendên Germiyanê: Divê desthilata Başûr li dijî êrişan bibe xwedî helwest

Hunermendên herêma Germiyanê jî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya rayedarên başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Hunermend Parya Serçil diyar kir ku divê hunermend parastina welat, netewe û çanda xwe bikin û wiha got,

“Ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xak û neteweya me, em gelek bi fikar in. Erka me ye bi hunerê dagirkeriyê bi dinyayê bidin naskirin.”

Hunermend Mihemed Kemeran jî êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got,

“Dewleta Tirk çekên kîmyewî bikartîne lê hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û welatên cîhanê bêdeng in. Pêwîste hunermend li dijî dagirkeriyê rawestin û çalakiyan bikin.”

Hunermed Sorax Salih jî diyar kir dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê ji dema Osmaniyan de heta îro dewam dike û bêdengiya hikumeta başûr û ya Iraqê a li dijî êrişan şermezar kir.

Hunermend Salih wiha got: “Di vê dema ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dike, qet ti hênceta bêdengiyê tune ye. Divê desthilata Başûrê Kurdistanê ji niha û şûnde êdî li hemberî van êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin xwedî helwestek cidî.”

Back to top button