Serfermandarê Îranê gefa êrişan li partiyên Rojhilat ên li Başûr xwar

Serfermandarê Artêşa Îranê Mihemed Bakirî gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûr xwar û diyar kir ewê êrişên xwe dewam bikin.

Serfermandarê Îranê Mûhammed Bakirî, da zanîn ew li ser sînorê xwe rewşeke nearamiyê qebûl nakin û ewê êrişên xwe yên li ser hêzên Rojhilat yên li başûrê Kurdistanê dewam bikin.

Bakirî, hikûmeta navendî ya Iraqê û hikumeta başûr jî bi hebûna partiyên Kurd tawanbar kir û got: “Hebûna Emerikayê jî, ji ber vê sedemê ye.”

Bakirî hebûna hêzên Rojhilat yên li başûrê Kurdistanê weke hinceta êrişan nîşan da û îdia kir ku êrişbirina ser wan mafên wan yê navnetewî ye.

Piştî ku Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tehranê kir, êrişên Îranê yên li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê dimînin zêde bûne.

Di 7’ê Tebaxê de Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê yê Rojhilat (HDK) Mûsa Babaxanî li Hewlêrê, ji aliyê rejîma îranê ve hatibû qetilkirin.

Back to top button