Li herêmên Avaşîn û Heftanînê li artêşa Tirk a dagirker hat xistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya pêngavên şoreşger de çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker didomînin, Gerîlayan li herêmên Avaşîn û Heftanînê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk ya dagirker ku êrişî başûrê Kurdistanê dike rojane çalakiyan dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişan û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê li artêşa dagirker hat xistin û ev agahî parve kir;

“18’ê Îlonê hêzên me yên YJA Starê li qada Partîzanê bi çekên giran li dijî dagirkerên li ser girê Qesrokê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.”

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ya li herêma Avaşînê jî ev agahî parve kir;

“18’ê Îlonê li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi qada berxwedanê ya Werxelê ve biçin, hêzên me bi rengê sabotajê çalakî kirin. Dagirkeran piştî vê çalakiyê 3 caran bi teqemeniyan êrişî qada berxwedanê kirin. Hêzên me bi sabotajê û ji nêz ve bi çekên ferdî li dagirkeran xistin. Teqemenî û kameraya mobese ya dagirkeran hatin îmhakirin. Di encama çalakiyên bi bandor ên berxwedêrên Werxelê de pêşî li dagirkeran hate girtin.”

HPG’ê diyar kir 12’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker qada Pîrbila ya Heftanînê û derdora gundê Banikê bi obus û hawanan bombebaran kir û 13’ê Îlonê jî dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir.

Hat diyar kirin ev operasyon bêencam ma û dagirkeran xwe vekişandin.

HPG’ê da zanîn 18’ê Îlonê jî gelek qadên bi ser herêma Avaşînê, gundê Şiyê yê girêdayî bajaroka Dînartê ya bi ser Akrê, qadên bi ser herêma Metîna bi balafirên şer û hawanan hatin bombebarankirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku 21 Tebaxa 2015 li herêma Heftenînê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û diyar kir ku ewê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng teqez bi serketinê tacîdar bikin.

Back to top button