Li gorî daneyên îro yên Desteya Tenduristiyê ku dane, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 236 kesên din bi şewba Koronayê ketine û 5 kes jî pê mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku 236 kesên din bi bi şewba koronayê ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Herwiha Desteyê diyar kir ku 12 kes jî baş bûne.
Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 hezar û 756 kes bi Koronayê ketine.
Ji van 840 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 58 jî kes baş bûne.