
Derbarê girtiyên li girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şirnexê rapor amade kir. Di raporê de hat diyar kirin ku li gel girtiyan gelek nîşaneyên metiresîdar derketine.
Parêzerên endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa (ÎHD) ya Şirnexê, li Girtîgegeha Tîpa T a Şirnexê, derbarê rewşa 3 jê jin bi giştî 20 girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, rapor amede kir .
Di rapora ji 5 rûpelan pêk tê de, cih ji bo vegotin û tespîtên 9 girtiyên di greva birçîbûnê de hatiye dayîn.
9 girtiyên di greva birçîbûnê de yên hevdîtin bi parêzeran kirin, gotin:
Dema vîtamîna B didin me, digirin kamerayê.
Gava em kişandina kamera red dikin, vê carê vîtamîn nadin me.
Ev du sê rojin vexwarinan nadin me.
Rayedarên girtîgehê daxwazên me yên hevdîtinê red dike.