Hêzên hikûmeta Şamê bajarokê Kefîr ê Idlibê da ber topan

Şer û aloziya li Sûriyê dewam dike.
Hêzên hikûmeta Şamê bajarokê Kefîr yê Idlibê da ber topan.
Çeteyên DAIŞ’ê jî êriş birin ser çolistana Sûrî û di encamê de 7 endamên hikûmeta Şamê û alîgirên Rûsyayê hatin kuştin.
Balafirên şer ên Rûsyayê jî rêya M4 ya Heleb-Laziqiyê bombebaran kir.

Şer û aloziya li herêmên dagirkirî û herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê bajarokê Kefîr yê Idlibê da ber topan di encamê de zarokek hat kuştin û 5 sivîl birîndar bûn.

Navendê da zanîn ku hêzên hikumetê herêmên başûrê Idlibê û eniyên çiyayê Ekrad ya li bakurê Lazîqiyê jî topbaran kir.

DAIŞ’ê li rojhilatê Humsê êriş bir ser hêzên hikûmeta Şamê

Her wiha hate diyar kirin ku li çolistana Sûriyê di navbera çeteyên DAIŞ, hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên Rûsyayê de, şer derket.

Hat gotin di encama şerê derketî de du endamên hêzên hikumeta Şamê li çolistana El-Sexnê ya li rojhilatê Humsê, hatin kuştin.

Çavdêriyê diyar kir ku 5 endamên koma Lîwaya El-Quds a alîgirên Rûsyayê jî di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li çiyayê El-Emûr a li Tedmûrê ya rojhilatê Humsê hatin kuştin.

Balafirên Rûsyayê rêya M4 a Heleb-Laziqiyê bombebaran kir

Li aliyê din balafirên şer ên Rûsyayê herêmên li derdora bajarokê Kansefra ya başûrê rêya M4 ya Heleb- Lazîqiyê bombebaran kir.

Di heman demê de balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê başûrê Idlib, rojavayê Hema û başûrê Helebê geriyan.

Hêzên hikumeta Şamê jî gundên li başûrê Idlibê û derdora El-Şêx Silêman a rojavayê Idlibê bi dijwarî topbaran kir.

Back to top button