Kombûna Erebî ya destekdayîna doza Kurdî kuştina Yasîn Bulut şermezar kir

Endamê PKK’ê Yasîn Bulut 17’ê Îlonê şehîd bû.
Istixbarata Tirk MÎT’ê li Silêmanî reşkujî lê kir.
Li Rojava Sazî, Meclis, Partî û Koman bi daxuyaniyên cuda reşkujiya li beramberî Yasîn Bulut şermezar kirin.

Istixbarata dewleta Tirk MÎT’ê di 17’ê Îlona îsal de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê reşkujiyek kir.

Di encamê de Şukrî Serhed ku endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê bû, şehîd bû.

Ev bûyer ne tenê gelê Kurd bû sedema nerazîbûna gelê Erebe jî.

Kombûna Erebî ya Destekdayîna Doza Kurdî şehîdbûna Yasîn Bulut, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev reşkujî wek têkbirina aramî, ewlehiya şêniyan û binpêkirina serweriya rêveberiya herêmê bi nav kir.

Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî yên berpirsê parastina aştî û ewlehiya navneteweyî hate kirin ku dest li rewşa Iraqê werdin da ku mafê wê yê parastina serweriyê were parastin.

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê jî reşkujî şermezar kir

Li aliyekî din jî, Meclisa Rêveberiya Siyasî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûrî bi daxuyaniyekê reşkujiya li beramberî Yasîn Bulut şermezar kir.

Di daxuyaniyê de Miclisê êrişa li ser pêşengên kurd şermezar kir û got:

“Şehîdbûna Bulut îradeya azadî, aştî û biratiya gelan xurtir kir.

Her wiha dewleta Tirk bi van êrişan nikare îradeya kesên ku parastina nirxên edalet, azadî û biratiya gelan dikin, lawaz bikin.”

PYD: Divê hikûmeta başûrê Kurdistanê berpirsyartiyên xwe bi cih bîne

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser şehîdbûna Yasîn Bulut, bi daxuyaniyekê nerazêbûna xwe nîşan da..

Di daxuyaniyê tê bi bîr xistin ku dewleta Tirk a qirker li dijî gelê Kurdistanê polîtîkayeke kokqelandinê dimeşîne, lê tevî vê jî em ê bi rik, berxwedan û têkoşînê, xwedî li şehîdên xwe û doza azadiyê derkevin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê dike ku li hemberî binpêkirinên îstîxbarata Tirk ên li ser xaka xwe erka xwe bi cih bîne.

Her wiha bang li gelê kurd dike ku li hemberî şerê qirker ê dewleta Tirk bisekine.

Back to top button