KCK: Wê kujerên hevrê Şukrî teqez werin cezakirin

Hem kujer û hem jî berpirsiyarên êrişla li dijî hevrêyê me Şukru Serhet wê teqez bêne cezakirin.
Hevserokartiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vê peyamê soz da ku ew ê bersivê bidin êrişa li dijî hevrêyê xwe.
Hevserokatiyê her wiha ji wan derdorên ku plana kuştinê dikin jî wiha got;
Êdî wê cihekî ku hunê xwe lê veşêrin nemîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarê êrişa li dijî berpirsê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukru Serhet daxuyaniyek da.

Hevserokatiyê bi bîr xist ku Şukru Serhet emrê xwe bexşî azadiya gelê Kurdistanê kiribû û wiha got:

Êrişên dawî yên bi taybet li Silêmaniyê nîşan didin bê MÎT’a Tirk li Başûrê Kurdistanê çawa xwe birêxistin kiriye.

Armanc ji van êrşên li dijî Tevgera Azadiyê û welatparêzan, temamkirina qirkirina gelê Kurd e.

Pêşengiya vê hewldanê jî faşîzma AKP-MHP dike.

Mînakên van êrişan ên herî berbiçav, li Bakur, Rojava, Şengal û Mexmûrê pêk tên.

Herî dawî êrişa li dijî hevrê Şukrî Serhed jî dewama vê siyasetê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku welatên Ewrûpa û Amerîkayê eşkere destekê didin siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk û wiha dewam kir:

Ev derdor di berdêla berjewendiyên xwe de çavên xwe li qirkirina gelê Kurd digrin.

Bi vê armancê konsepta tinekirina tevgera azadiya gelê Kurd birêve dibin.

Bi vê awayê eşkere dibin hevkarê kuştina Kurdan.

Li hemberî vê siyasetê, têkoşîna hilweşandina faşîmza AKP-MHP’ê dibe mafê gelê Kurd ê herî rewa.

Dewleta Tirk her li ku siyasetvan û Kuredeke xwedî fikreke azad bibîne, kuştina wî ji xwe re dike armanc.

Her aliyê ku li hemberî van êrişan bê deng bimîne, Kurdê azad weke sûcdar û dewleta qirker jî weke mafdar dipejirîne.

KCK: Her devera Kurd lê ne, PKK li wir heye

Hevserokatiya Konseya Rêveber ragihand ku her devera Kurd lê hebin, wê PKK’ê li wir be û got:

Mafê ti kesî tine ye bêje, alîgirên ramanên Rêber Apo nikarin li her deverê bimînin.

Kurd wê her gavê li fikrên rêbertiya xwe xwedî derkevin.

Aliyên li dijî vê rastiyê derdikevin jî faşîst û qirker in

Îro eşkere dewleta Tirk li Bakur, Rojava, Başûr, Şengal û her deverê êrişî Kurdan dike.

Bêyî ku guh bide qanûnên navneteweyî, sivîlan dikuje. Nexweşxaneya bombardiman dike. Daristana dişewitîne. Gazên kîmyewî bikar tîn.

Eger li vê cîhanê tiştek navê wê heq, edaler, demokrasî û wijdan mane, lazime dewleta Tirk ji ber van kirinên xwe ên hov were dadgehkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê xwedîderketina li Şukrî Serhed weke helwesteke pîroz binav kir û wiha got:

Di serî de Silêmanî, xwedîderketina gelê me ê Başûr li hevrê Şukrî, divê bibe mînak.

Xwedîderketina li şoreşgerên Kurdistanê, bersiva herî bi bandor a li dijî dewleta qirker e.

Divê bi ti awayî leşkerên dewleta Tirk, sîxûr û kujerên wê li ser axa Başûrê Kurdistanê neyên hiştin.

Êdî lazime wisa li wan were ku cihê xwe lê veşêrin nemîne.

Back to top button