Projeya Eştar a nanê sêlê li gundê Sikr El-Ihêmr a Til Temir vekir

Dewleta Tirk a dagirker ji bo aramiya herêmê têk bibe bi her awayî êriş dike. Gelên herêmê jî dest ji têkoşînê bernadin û hevgirtinê ava dikin..Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star a navçeya Til Temirê gelek proje vekirin e û jin bi kelecan ketine nava xebatê. 

Ya ku civakê dike civak aboriye..

Ya ku vîna pêşdixine û hevsengiya wê jî ava dike jin e…

Jin li gel wê jî parastin, aramî û jiyana bi hevre hêmaneke sereke ji bo xwe esas dibine.

Li Bakur û Rojhilatê Suriyê jinan di qada aborî de gelek gavên giring avêtine.

Piştî ku Komiteya Aboriya Jinê a Kongra Star hate avakirin gelek projeyên sûdê dide tevahî jin û civakê ketin meriyetê…

Li gorî xwezaya herêmê projeyên mîna çandiniyê, xwedîkirina lawiran, malên bilastîk û firneyên jinan yên bi navê Eştar, li gelek gund, navçe û bajarên Herêma Cizîrê hatiye vekirin.

Li navçeya Til Temirê û gundewarên wê, heya niha 3 firneyên nanê sêlê hatine vekirin û nan li Çiyayê Kizwanan, gundê Sikr El-Ihêmr û li navçeyê têne belavkirin.

Komîteya Aboriya Jinê, li gundê Sikr El-Ihêmr li rojavayî navça Tiltemirê dikeve, dikeve rêza gundên di xeta agir de, Projeya Eştar a Nanê Sêlê vekir.

Endamên projeyê, endam û rêveberên Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Temirê û Meclisa navçeyê, bi rûkenî û dilgermî pêşwazîkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji giyanê lehingên azadiyê re Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê Zehra Mihemed axivî.

Zehra Mihemed: Armanca me ya sereke ew e aboriyek xweser avabikin û dorpêça heyî têk bibin

Zehra diyar kir ku vekirina projeya Eştar di vê pêvajoya êriş zêdebûne de cihê serkeftinê ye.

Zehra dibêje ruxmê ku gundê Sikr El-Ihêmr dewleta Tirk rojane topbaran dike jî lê dîsan jî jinên gund dest ji afrînerî û berxwedana xwe bernedane

Hekûma Hesen: Projeyên Xweser jinan bi hêz dike

Her wiha Endama projeyê jî Hekîma Hesen jî got gelek jinan sûd ji projeyên bi vî rengî girtin û bi hêz bûn, êdî dikarîbûn ser piyên xwe bisekinin.Ger gund bikeve dorpêçê jî em ê bi çêkirina nan keda xwe tevlî berxwedanê bikin”

Hekîma spasiya xwe ji Komîteya Aborî re pêşkêş kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Em gelek ji Komîteya Aboriya jinê razîne, ji ber hiştin bi dehan jin bi hêz bibin û li rastiya xwe vegerin.”

Back to top button