Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulqadir hîn nehatiye berdan

Ji 3 endam û rêveberên jin ên RJAK ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn revandin, 2 ji wan hatibûn berdan. Lê hîn jî endamek RJAK’ê di destê PDK’ê deye û aqûbeta wê nayê zanîn.

Bi boneya salvegera 7.emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû.

Endamên şandeyê ku ji Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmed Hesen pêk dihat dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Ji dema ku hatin binçavkirin agahî ji endama meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmed Hesen ne dihate girtin.

Piştî 33 rojan di 6’ê Îlonê de bi biryara dadgehê û kefalet endam û rêveberên RJAK Xewle Mihemed û Seyran Ehmed hatin berdan.

Lê endama din a RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî hîn jî nehatiye berdan û aqûbeta wê nayê zanîn.

Ev 45 rojin Ciwana Ebdulbaqî ji aliyê PDK’ê ve hatiye binçavkirin.

Back to top button