Dayikên Aştiyê: Divê dayikên başûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin

Endamên Insîyatîva Dayikên Aştiyê têkilî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta malbata Barzanî axivîn û gotin, divê xwîna birayan neyê rijandin û li hemberî van êrişan dayikên Aştiyê yên Başûr dengê xwe bilind bikin.

Êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Di êrîşan de qadên sivîl û gerîla têne bombekirin û komkujî têne kirin.

Ev êriş jî li ber çavê hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê tê kirin, bê ku dengê xwe bike.

Endamên Insîyatîva Dayikên Aştiyê ên Bakurê Kurdistanê jî derbarê mijarê de nerînên xwe anîn ziman.

Ji endama Insîyatîvê Kudret Eryilmaz gotina, ‘Ez ê nehêlim xwîna birayan were rijandin” ku Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî berê gotibû bi bîr xist û got:

Kudret Eryilmaz bang li dayikên Başûrê Kurdistanê kir ku divê dayikên li wir bibin pira xwîşk û biratiyê, ji ber vê yên ku îro li mala xwe bêdeng rûdinin, ew jî parçeyek ji şer in.

Dayikên Aştiyê: Polîtîkayên ku tên kirin şaş in nikarin bêne efûkirin

Sabîha Tamrîş jî diyar kir ku polîtîkayên ku tên kirin şaş in, ti caran nikarin bêne efûkirin.

Back to top button