Rêjîma Îranê koleberekî din ê bavê 3 zarokan kuşt

Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser kolberan dewam dikin.
Hêzên rêjîma Îranê êrişî komeke kolber kirin û di encamê de kolberek hate kuştin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, duh hêzên rejîma Îranê li herêma Serdeşt êrişî komek kolber kirin.

Hate ragihandin ku di encama êrişê de kolberê bi navê Umêd Mihemed yê 39 salî ku bavê 3 zarokan e, jiyana xwe ji dest da.

Heman çavkaniyê da zanîn ku cenazeyê Umêd li nexweşxaneya Serdeşt e û hê jî radestî malbatê nehatiye kirine.

Back to top button