Di encama bombebaranê de şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe

Şewata ku beriya hefteyekê di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li Çiyayê Gabarê derketibû belav dibe.

Operasyona dewleta Tirk a dagirker ku beriya hefteyekê li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çîyayê Bizinê, Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê hatibû destpêkirin didome.

Di çarçoveya operasyonê de; şewata li derdora gundê Bunisra ya herêma Gabarê bi daristanê ketibû didome.

Agirê ku di encama bombebaranê de derketîbû belav dibe.

Ji ber ku derbasbûna herêmê qedexe ye tu destwerdsan li agir nayê kirin.

Back to top button