Gireva birçîbûnê ya 82 girtiyên Behdînanê ket roja 13’an

Çalakiya greva birçîbûnê ya 82 rojnamevan û çalakvanên girtî yên Behdînanê ket roja 13’an.
Tevlî ku Asayîş zextan li wan dike da ku dawî li çalakiya xwe bînin lê di çalakiya xwe de bi israrin.

Ji 6’ê Îlonê ve çalakvanên Behdînanê yên girtî (Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyûb Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn) dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine.

Piştî wan jî 82 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê li dijî paşxistina dadgehkirina wan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Hat zanîn ku ji wan girtiyan rewşa Eyaz Kerem xirabe tevî wê jî dawî li çalakiya xwe nayîne.

Duh Komîteya Maf û Azadiyan a Kurdistan û Ewropayê têkildarî rewşa girtiyên Behdînanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku çalakiya girtiyên Behdînanê ketiye qonaxek metirsîdar û banga kir ku xwedî li girtiyan derkevin.

Hat diyar kirin rewşa çalakvanên ku bi dirşmeya “Yan mirin, yan jî maf û azadî” dest bi grevê kirine rewşa wan di metirsiyê de ye.

Back to top button