Gereva birçîbûnê li Mexmûrê û Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê bi çalakiyan hate bi dawî kirin

Ji bo azadiya Rêber Apo gerevên birçîbûnê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê zêdetirî 9 mehan û li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî zêdetirî 259 rojan dewam kirin.
Doh bi çalakiyan ev gerev hatin bi dawîkirin.

Şêniyên wargeha Mexmûrê ji ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest bi meşê kirin û li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kombûn.

Hevseroka Meclisa Gel Pakistan Bîlen daxuyaniyek da û diyar kir ku ev pêngava hatî destpêkirin pêngavek rast bû û di berjewendiyê hemû gelên bindest de bû.

Bi heman armancê gelê Kurd li kampa Lavrîo jî dest bi meşekê kirin.

Meşevanan bi pankartên “Bimire xiyanet” û “Faşîst Tirkiye” heta navenda Lavrîoyê dewam kirin û li wir daxuyaniyek dan.

Siyasetmedar Huseyîn Arasan di daxuyaniyê de diyar kir ku çalakî gihîştiye armanca xwe û berxwedana wan dê heta azadîkirina rêbertî dewam bike.

Di daxuyaniyê de jî şehadeta endamê Komîteya Piştevaniyê ya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed hate şermezar kirin.

Her wiha diyar kirin ku ev komplo bi destên PDK’ê û dewleta Tirk hatiye kirin.

Back to top button