Piştî rêzeteqînan.. Li girava la Palmayê volkan teqiya

Li Spanyayê li girava La Palmayê volkan teqiya û lav pijiqîn.
Li herêmê qerebalixek heye û bi hezaran mirov hatin derxistin.

Li Komgiravên Kanaryayê çend teqîn li dû hev çêbûn..

Piştî wan teqîan, li girava La Palmayê volkan teqiya û dûman bi ser bajêr ket..

Volkanê lavên xwe pijiqandin qadeke derveyî bajêr..

Li gor agahiyan, berî teqîna volkanîk, hin lav ber bi malên gundê “El Paso” ve herikîn..

Ji ber volkanê bi hezaran kes ji herêmê hatin derxistin û rêyên çûn û hatinê hatin girtin..

Jixwe berî teqîna volkanê, bi pileya 4.2 erd hejiyabû..

Li girava Palmayê 85 hezar niştecih hene..

Ev girav yek ji 8 giravên volkanîk ên Komgiravên Kanaryayê ye..

Li Komgiravên Kanaryayê, teqîna herî dawî berî ya duh, sala 1971’ê bû..

Back to top button