Artêşa Tirk a qirker gundên Şehbayê topbaran kir

​​​​​​​Dewleta Tirk a ku dixwaze Kurdan qir bike, êrişên xwe yên li dijî herêmê dewam dike.
Îro careke din artêşa dewleta Tirk gundên Şehba û Minbicê topbaran kir.

Artêşa dewleta Tirk a qirker gundê Til Medîq û Zewiyan û Bendava Şehbayê da ber topan.

Di heman demê de li asîmanê herêmê tevgera balafireke şer ya nenas hebû.

Artêşa Tirk gundekî Minbicê topbaran kir

Saetên sibehê artêşa dewleta Tirk gundê Ereb Hesen yê Minbicê topbaran kir.

Di encama topbaranê de zirar gihaşt mal û milkê şêniyên gund.

Di êrişa li dijî Şêrawayê de leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin

Doh jî artêşa Tirk gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawayê da ber topan.

Di encama vê topbaranê de jî leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Back to top button