Murat Karayilan: 5 armancên konsepta tinekirinê yên dewleta qirker pûç bûn

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan sedemên têkçûna artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîlla bi van gotinana destnîşan kir
Hêvanên şerê me, îdeolojî, bawerî û biryardarî ye
Ji ber vê çendê şervanên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nîşanî her kesî dan ku îrade û hêza mirovan di ser her cûre teknîkê re ye.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan ji hêzên gerîla re axivî.

Karayilan diyar kir ku têkoşîna wan ketiye pêvajoya herî girîng a dîrokê û got;

Li dijî êrişên topyekûn ên dewleta qirker, berxwedana me gihîştiye asteke girîng.

Armanca wan bi temamî tinekirina tevgera me bû û serxistina siyaseta qirkirina gelê Kurd bû.

Karayilan 5 armancên konsepta şerê dewleta Tirk wiha birêz kirin:

  • Bi rêya êşkenceya li Îmraliyê, xwestin Rêber Apo gavê paşve biavêje.
  • Heta sala 2017’an gerîla bi temamî were tinekirin.
  • Bi zextên faşîzan û tundiyê girseya Bakurê Kurdistanê bitepisîne.
  • Xwestin hêzên Rojava bixin ‘lîsteya terorê’ û şoreşê tine bikin.
  • Berxwedana gelê Êzdî ya Şengalê têk bibin.

Murat Karayilan: Planên dagirkeran ên sala 2021’an têk çûn

Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk hewl da van armancên xwe bi desteka hêzên cîhanê pêk bîne û wiha dewam kir:

Bawer dikirin ku ew ê bi rêya teknolojiya şer hêzên me zû tine bikin. Ji bo vê êrişên gelekî berfireh û giran kirin.

B rêya komployê li Rojava Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Xeta nokeriyê ya Kurd hîn bêhtir çalak kirin û li Kuridstanê bingeh amade kirin ku tevna sîxuriyê ya MÎT’ê li her cihî bicih bikin.

Herî dawî destpêka salê, Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin navenda plansaziya xwe.

Ji bo vê jî PDK ji bo hevkariyê, hikumeta Iraqê jî ji bo bêdengiyê amade kirin.

Xwestin mîna komploya 15’ê Sibatê pêvajoyekê ferz bikin.

Meha Sibatê bi êrişa li dijî Garê hewl dan navenda gerîla dagir bikin.

23’ê Nîsanê li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi êrişê kirin.

Hesabê wê yekê kirin ku gerîlla wê nikaribe li hemberî teknolojiya bilind raweste.

Lê belê hesabê wan ê malê û sûkê li hev nehat.

Di nava şerê çar meh û nîvan de dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê li aliyekî, nekarîne li Avaşîn, Ertûş a Zapê û Qaşûra ya Metînayê kontrolê bi dest bixin.

Piştî ku li van herêma xetimîn, hêzên PDK’ê xistin dewrê. Lê ev jî bê encam ma.

Bi giştî hem berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya li çiyayên Kurdistanê, hem jî berxwedana şervanan li beşên din, rê neda planên dagirkeran,

Murat Karayilan: Bi fedekarî, bawerî û îradeya serkeftinê em li ber êrişan rabûn

Bi fedakarî û îradeyeke mezin ev pêvajo hate pêşwazîkirin û planên dewleta qirker hatin têkbirin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan anî ziman ku sedemên bingehîn ên afirandina berxwedana dîrokî pîvanên tevgera wan e û wiha got:

Ev rastiya berxwedana pîroz a milîtanên PKK’ê û sekna biryardar a di serketinê de ye.

Encama berxwedana 4 mehên dawî ev yek nîşanî me hemûyan da.

Heta ku milîtan û fedayiyên vî gelî hebin, ev tevger ti carî têk naçe.

Wê Tevgera Azadiyê her bihêz be. Li Kurdistanê pergala mêtinger, faşîst wê hilweşe.

Back to top button