Talîbanê jin ji gelek karan bêpar kirin

Belê, roj bi roj eşkere dibe Talîban berevajî sozên xwe tevdigere..
Talîbanê bi biryarekê qedexe kir ku jin biçin gelek karên ku zilam jî dikar bikin..

Talîban destpêka kontrolkirina Efxanistanê, soz dabû ew ê mafên jinan biparêze..

Berî çend rojan Talîbanê got ku şagirt û mamosteyên “Mêr” tenê, dikarin ji nû ve dest bi dibistanan bikin.

Niha jî bi biryareke din qedexe kir ku jin û mêr pev re kar bikin..

Her wiha destûr daye ku jin li hin cihên taybet tenê kar bikin..

Jixwe berî çend rojan Talîbanê Wezareta Karêbarên Jinan betal kir..

û li şûna wê wezareta vekir, ango “andana li ser enciyê û qedexekirina xerabiyê”..

Jinan duh li Wezareta betalkirî gava Talîanê şermezar kir û banga mafên kirin..

Back to top button