“Êrişên li Silêmaniyê nîşaneya qonaxeke metirsnak e”

Hevkariya PDK’ê digel dewleta Tirk a dagirker kûrtir dibe..
Dîlkirina nûnerên Rêveberiya Xweser û gerîllayên HPG’ê..
Her wiha êrişên 16 û 17’ê vê mehê yên li Silêmaniyê, vê hevkariyê piştrast dikin..
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullaheh got ku,
“şîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê “Şukrî Serhed”, nîşaneya qonaxeke metirsnak e.

PDK’ê 62’ê Tîrmehê, bi fermana dewleta Tirk a dagirker, êrişî grûpeke gerîllayên HPG’ê kir û 3 dîl kirin..

Bi heman armancê, PDK’ê nûnerekî Rêveberiya Xweser û 2 endamên PYD’ê revandibûn..

16 Îlonê jî li bajarê Silêmaniyê welatparêzekî ji Bakurê Kurdistanê hate armanckirin..

Ya din roja, 17’ê Îlonê, endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê “Şukrî Serhed” li heman bajarî bi destê MÎT’ê şehîd bû..

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah balkişand li ser bêdengiya desthilata Başûrê Kurdistanê û got:

“Êrişa MÎT’ê binpêkirina serweriya herêmê ye.

Bêdengiya hikûmeta herêmê li ser van êrişan, nîşaneya hevkariya digel dagirkeriyê ye.

Cihê ku Şukrî Serhed lê hate şehîdxistin tije kamîre ne.

Divê hêzên ewlekariyê Silêmaniyê vê terorê eşkere bikin.

Eger eşkere nekin, ew ê jî berpirs û gumanbar bin.”

Şiwan Mihemed: Divê welatiyên Başûr li dijî desthilatê rabin

Rojnameger Şiwan Mihemed jî anî ziman:

“Li herêmê destêwerdana leşkerî û ewlehiyê heye.

Digel Tirkiyê peywendiyeke nehevseng heye.

Şehîdxistina Şukrî Serhed, têkçûna serweriya Başûr nîşan dide.

Nabe welatiyên herêmê vê yekê bipejirînin.”

“MÎT’a Tirk li Başûrê Kurdistanê bi kêfa xwe tevdigere”

Di çarçoveyê de, siyasetmedar û parlamenterên berê Mehmûd Reza her wiha got:

“MÎT’a Tirk li vir baş lingê xwe girtiye.

Bi hevkariya desthilata herêmê bi kêfa xwe dilive.. mixabin!

Eger bêdengî bidome, gelek êrişên wiha dê pêk werin.”

Back to top button