Eyşe Hiso salveger damezrandina PYD’ê pîroz kir

Bi wesîleya salvegera 18’an a damezirandina PYD’ê hevseroka partiyê Eyşe Hiso axivî û salvegera damezrandina PYD’ê pîroz kir.
Eyşe Hiso dibêje ku partiya wan ji fikrê neteweya Demokratîk ava bûye û ev fikir çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e.

Îro salvegera 18’an a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye.

PYD’ê projeya Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre felsfeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kir.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso têkildarî mijarê ji ANAH’yê re axivî û salvegera damezirandina partiyê pîroz kir.

Eyşe Hiso: Projeya Rêveberiya Xweser ji aloziya li Sûrî re çareserî ye

Eyşe Hiso anî ziman ku partiya wan ji bingehê mîrateya têkoşîna Rêber Apo û fikrê neteweya Demokratîk ava bûye û got:

”Em vî fikrî wekî çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê dibînin, projeya Rêveberiya Xweser jî ji aloziya Sûriyê re çareserî ye.”

Hevseroka PYD’ê behsa êrişên domdar ên li dijî projeya partiya xwe jî kir û ev yek spart van sedeman.

Li ser rewakirina perçebûna Sûrî jî Eyşe diyar kir ku hevbendiya ku di bin navê Îtîlafê de xwe bi rêxistin kiriye ev yek rewa kir.

Eyşe Hiso: Em piştgiriya rêxistinbûna jin û ciwanan dikin

Eyşe Hiso di dewama axavtina xwe de dibêje:

Em wekî partî di pêkanîna modela hevserokatiyê de pêşeng in, ev model li tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser hate bicihanîn û bû mînak a ku li ser asta cîhanê tê nîqaşkirin.

Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û piştgiriya rêxistinbûna jin û ciwanan bikin.

Derbarê kar û xebatên PYD’ê yê sala 2021’an de Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso wiha anî ziman:

Wekî ku tê zanîn vîrusa Koronayê belav bû û tevgera me sînordar kir, heta liv û tevgera jiyanê rawestand.

Lê tevî vê yekê me xebat û plansaziyên xwe pêk anî da ku em karên xwe yê 2022`an pêşbixin.

Back to top button