M. Emîn Pêncwênî: Şukrî Serhed hemû jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir

Hêrs û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker û şehîdkirina şoreşgerê Kurd Şukrî Serhed zêde dibin.
Siyasetmedar û rojanemevanên başûrê Kurdistanê diyar kirin ku divê Kurd li dijî êrişan bibin yek û bang li gelê başûr jî kirin ku li dijî êrişan bêdeng nemîne.

Hêrsa gelê başûrê Kurdistanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker û şehîdkirina şoreşgerê Kurd Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) her diçe zêde dibe.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî bi navê ‘Zengek metirsîdar’ nivîsek weşand.

Pêncwênî diyar kir kir di van çend rojên borî de zengileke xeternak li bajarê jiyanê lêda û wiha got,

Dagirkerên Kurdistanê, bi dagirkirin, bombebarankirin û şewat ketine pey qetilkirina têkoşeran. Şukrî Serhed hemû jiyana xwe li girtîgehê, gerîlatî û têkoşînê derbas kir.

Yekgirtuya Îslamî: Ger Kurd bibin yek wê êriş kêm bibin

Rêveberê Meclîsa Pêkanînê ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mistefa Ebdullah diyar kir ku şehîdkirina Şukrî Serhed ji bo Silêmaniyê û Kurdewariyê bûyerek nexweşe.

Ebdullah wiha got, “Aliyên Kurd di nava xwe de jî serî li qetilkirin û tinekirina hevdu didin. Ev şaşiyek mezin a me Kurdane. Eger em di nava xwe yekgirtî bin ev bûyer wê kêmtir bibin.

Mehmûd Reza: Hin hêzên Kurd li Başûr hevakriya MÎT’a Tirk dikin

Siyasetmedar û Parlamenterê Berê yê Iraqê Mehmûd Reza têkildarî êrişên dawî yên li Silêmaniyê axivî.

Reza wiha got: “Ev karê terorîstî wê nikaribe pirsgirêkek mezin a weke pirsgirêka Kurd tine bike û veşêre.

Erdogan û nokerên xwe jî wê nekarin pirsgirêka Kurd li Bakûr tune bikin.”

Reza bal kişande li ser xebatên MÎT’ê ya li başûr jî û got, “Li vî welatî MÎT’a Tirk xwe baş bi cih kiriye. Mixabin hinek hêzên Kurd jî hevakriyê dikin. Êriş ji bo Silêmaniyê şermek mezine. Divê li Silêmaniyê cihê xayînan nebe.”

Omer Înayet: Silêmanî buye cihê MÎT’a Tirk û saziyên îstixbaratê yên din

Parlamenterê Berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Omer Înayet jî têkildarî mijarê axivî û bal kişande li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li başûrê Kurdistanê.

Înayet wiha got: “Niha Herêma Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve zêdetirî ji sedê 20 hatiye dagirkirin, Silêmaniyê jî bûye warê Îtlaeta Îran, MÎT’a Tirk û saziyên îstixbareta welatên din.”

Şiwan Mihemed: Nabe welatiyên Başûr li dijî êrişan bêdeng bimînin

Rojnameger Şiwan Mihemed jî diyar kir ku Tirkiye û Îran qet rêzê li serweriya başûrê Kurdistanê nagirin û got:

“Qetilkirina Şehîd Şukrî ji bo nebûna serweriya Herêma Kurdistanê îşareteke. Qetilkirina Şehîd Şukrî teroreke qirêje. Nabe welatiyên başûrê Kurdistanê êrişan qebûl bikin.

Back to top button