Babê Şêx Ilyas Nadir li Xanesora Şengalê serdana malbata şehîd Hecî Xidir kir

Rêberê Ruhanî yê Êzidiyan Ilyas Nasir piştî ku wek Babê Şêx hat hilbijartin, di 17’ê Îlonê de cara yekem serdana Şengalê kiribû.
Babê Şêx di çarçoveya bernameya xwe ya Şengalê de, serdanên xwe didomîne.

Babê Şêx di çarçoveya serdanên xwe de bi gelek kesayetiyên Şengalê, Serok eşîr û oldarên Êzidiyan re hevdîtin pêk anîn.

Babê Şêx duh şev li Xanesorê serdana malbata şehîd Hecî Xidir ê ku 17’ê Tebaxa 2021’an de di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de, li nexweşxaneya Sikêniyê şehîd ketibû, kir.

Serdanên Babê Şêx li Şengalê dewam dikin û tê payîn îro li navenda Şengal û gundên derdor jî bigere.

Back to top button