Rûsya..Di êrişa li dijî Zanîngaeha Perm de 8 kes mirin

Di êrişeke çekdarî de ya li dijî zanîngeha Perm a Rûsyayê 8 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Komîteya Lêpirsînê ve hatiye belav kirin, li zanîngeha li herêma Ûralê êrişeke çekdarî pêk hat.

Komîteyê diyar kir ku di 20’ê Îlonê de li yek ji avahiyên zanîngehê, xwendekarekî gule li derdorê reşand.

Di encamê de 8 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê da zanîn ku êrişkar hatiye girtin.

Back to top button