Zêdeyî 5 meh in dewleta Tirk ya dagirker ji bejahî û hewayî êrişê dibe ser başûrê Kurdisanê.
Yek ji qadên ku şer lê giran e qada Werxelê ya bi ser herêma Avaşînê ye.
Dagirker di van demên dawiyê bi taybetî li dijî qadên Girê Sor û Werxelê çek û gazên kîmyewî bikartînin.
HPG’ê got, “Dewleta Tirk a dagirker bênavber êrişê dibe ser qada Werxelê ya herêma Avaşînê.
Ji 23 Nîsanê ve dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navnetewî û hêzên Kurd yên paşverû li dijî başûrê Kurdistanê êrişeke berfireh ya dagirkirinê daye destpêkirin.
Dewleta dagirker di van êrişan de tevî çek û xazên kîmyewî hemû cureyên çekan û balafiran bikartîne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de ya ku li herêmên Avaşînê û Zapê dewam dike ev agahî parve kir,
“19’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.
Artêşa Tirk a dagirker ji qereqolên li ser sînor obus û hawan avêt qada Çemço.
Li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Girê Spî, Girê Sor, Mervanos û Tabûra Ereban geriyan.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir êrişên hewayî û bombebaranên dewleta Tirk yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.
Hat diyar kirin 19’ê Îlonê derdora gundên Serarû, Êdinê, Hirorê û Dêşîşê yên bi ser bajaroka Kanî Masî ya navçeya Amediyê û qada Kela Qûmriyê ya herêma Metînayê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.”