Balafirên şer ên Tirk komek kolber bombebaran kir, 2 kolber hatin kuştin

Li aliyekî hêzên rejîma Îranê li aliyekî dewleta Tirk ya dagirker êrişî welatiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku karê kolberiyê dikin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk komek kolber bombebaran kir û di encamê de 2 kolber hatin kuştin.

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo derbara jiyana xwe bikin karê kolberiyê dikin, li ser sînorê bakur û rojhilatê timî rastî êrişên hêzên Îranê tên.

Heta niha bi dehan kolber ji ber êrişan hatine kuştin.

Vê carê jî dewleta Tirk êrişî kolberan kir.

Li gorî nûçeya Roj News balefirên şer yên dewleta Tirk li ser sînorê bajarên Urmiye -Wanê bombe li komek kolber barandin.

Hat diyar kirin di encama vê bombebaranê de 2 kolber hatin kuştin, 2 birîndar bûn û 8 jî hatine binçavkirin.

Hate diyar kirin ku 8 kolberên ku ji aliyê leşkerên Tirk a dagirker yên li ser sînor ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan ne diyar e.

Back to top button