Efrîn..Li gundên Gemrûkê û Qerîgolê 3 kes hatin revandin

Efrîna Dagirkirî, rojek bê sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteên derbas nabe.
Dagirkeran ji gundên navçeyên Bilbilê û Mabata 3 kesên din revandin.
Çeteyan li Navçeya Raco jî dest daîn ser 3 dikan û mala kesekî temenmezin.
Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê ji destpêka meha Îlonê ve 37 kes ji Efrînê hatine revandin.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên ku li Efrînê mane dewam dikin.

Çeteyên dewleta Tirk li Gundê Gemrûkê yê bi ser Navçeya Mabata bi ser malan de girtin û 2 kesên bi navê Ebdo Mihemed Omer û Mihemed Hisên Şêxo revandin.

Hat ragihandin, kesên hatine revndin temenmezin in û bi hincetên bêbingeh ji bo di berdêla berdana wan de pereyan bigirin, ew revandine û birine cihekî ne diyar.

Li gundê Qerîgolê yê bi ser Navçeya Bilbilê jî, çeteyên ku dewketa Tirk navê polîsa sivîl lê dike, beriya hefteyekê kesê bi navê Selah Mihemed Sîdo yê 32 salî revand.

Çeteyan bi sedema ku Selah Mihemed Sîdo beriya niha bi Rêveberiya Xweser a li Efrînê re xebitiye, revand û di berdêla berdana wî de 4 hezar dolar jê girt.

Li gorî Navenda Belgekirian Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, ji destpêla vê mehê û heta niha, li Efrînê 37 kes hatine revandin.

Çeteyan li navçeya Raco 3 dikan û mala kesekî temenmezin desteser kir

Li aliyê din tevî revandinê, çete dest datînin ser mal û milkên welatiyan.

Çeteyên li Navçeya Raco bi darê zorê dest danîn ser 3 dikan û maleke welatiyekî Efrînî yê temenmezin.

Welatiyê bi navê Beherî Bekir Mistefa ku çeteyan dest danîne ser mal û milkên wî, ji gundê Hobka yê
Navçeya Racoyê ye.

Tevî van hemû sûc û kiryarên dagirkeran lê ENKS û gelek aliyên din ên bi ser dewleta Tirk, propaganda vê yekê dikin ku li Efrînê aramî û ewlehî heye û bang li şêniyên Efrînê dikin ku vegerên warên xwe.

Back to top button