Pervîn Buldan: Doza Kobanê ne Hiqûqîye û Kopmloyeke li dijî HDP’ê ye

Rûniştina 4’an ya Doza Kobanê ya ku 20 girtî 108 siyasetmedar tên darizandin, îro careke din li bajarê Eneqrê destpêkir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li ber avahîya dadgehê axivî û got; ”Doza Kobanê ne Hiqûqîye û ev komployeke li dijî HDP’ê ye.”

Doza bi navê Kobanê ya ku sîyasetmedarên HDP’ê tê de tên darizanin, cara 4′ mîn îro li bajarê Enqerê destpêkir.

Parêzerên dozê tekildarî tevlîbûna sazîyên Dewletê yên weke MÎT û Wezareta Hundirîn nerazîbûn nîşan dan.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî liber avahîya dadgehê axivî û doza Kobanê weke komployeki pênasekir û got:

”Kesên sûcdar têne parastin. HDP û sîyasetmedarên ku dixwestin wan bûyeran asteng bikin, dixwazin îro wan ceza bikin.

Pervîn Buldan da zanîn ku doza Kobanê, ne dozeke hiqûqîye û bi armancên sîyasî hatîye nivîsandin û ji rastîyê dûre.

Buldan destnîşan kir ku weke HDP gelek caran ji Meclîsê daxwaz kirine ku derbarê van bêyeran de lêpirsîn were vekirin, lê daxwaza wan ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatîye red kirin.

Pervîn Buldan di dawîyê de dîyar kir ku ev doz komploye û ew ê tucarî hevalên xwe tenê nehêlin.

Parêzer: Ev doz li avahiyên partiyên siyasî hat amadekirin

Tekildarî mijarê yek ji parêzerê dozê Nuray Ozdogan û Parêzerên berê Elî Arîf Cangî û Zeynep Olbecî jî axivîn.

Parêzer Nuray Ozdogan dîyar kir ku ev darizandin ne li vê solanê, ne li dozgerîyê û ne jî li Asayîşê despêkir û got,

Pir eşkereye ku ev darizandin li odeya partîyeke sîyasî de despêkir.

Parêzerê berê Arîf Elî Cangî jî da zanîn ku aligîrên partîyên deshilatdar û hilbijêrên wan tevlî dozê dibin. û got,

“Bi vî avayî dozê verdigerînin ser kampanyayeke lînçkirinê ya li dijî rêvebirên HDP’ê. Nayê fehmkirin ku Wezareta Hundirîn û MÎT çima dixwazin mudaxaleyê dozê bikin.”

Yek ji Parêzerê berê yê dozê Zeynep Olbecî jî bal kişande ser helwesta dadgehê û got:

”Dadgeh bêyî ku girtekan bixwîne, weke ku hatine xwendin qebûl kir û derbaskir. Heman demê bi hezaran belgeyên dozê jî weke ku hatine xwendin derbaskirin.

Back to top button