Dewleta Tirk a qirker..9 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê radestî çeteyên xwe yên li sûriyê kirin

Dewleta Tirk 9 kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê ku bi rêyên qanûnî derbasî tirkiyê bibûn ew binçavkiribûn.
Li qereqolê pîştî îfadeyê her 9’an biryara derveyî sinorkirina wan hatibû dayîn.
Tê gotin dewleta Tirk wan radestî Îranê nekirine û bi ser Dîlokê ve radestî çeteyên xwe yên li Sûriyê kirine.
Malbatên ku çar meh in ji zarokên xwe agahiyê wernagirin, banga alîkariya lezgîn kirin.

Dewleta Tirk a qirker 9 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê yên bi rêya fermî derbasî tirkiyê bibûn 22’yê Tebaxê de li navçeya Beykoz a Stenbolê binçavkiribûn.

Piştî du roj ji girtina wan li qereqolê îfadeya wan hate girtin û biryara dersînorkirina her 9’an hatibû dayîn.

Tê gotin dewleta Tirk a qirker her 9 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê dersînor nekirine û wan bi ser Dîlokê radestî çeteyên xwe yên li Ezazê ya Sûriyê kirine.

Malbatan bi awayekî lezgîn banga alikariyê kirin

Tekîldarî mijarê Siyavoş Pak Sereşt yê birayê Demavend Pak Sereşt ê di nav girtiyan de ye diyar kir ku hemû malbat têkildarî ewlehiya canê zarokên xwe bi fikar in û wiha got:

“Roja ku hatin binçavkirin ji me re cihê ku lê ne bi rêya telefonê gotin. Dema hatin binçavkirin em bi wan re axivîn. Ji me re gotin ‘dê me dersînor bikin’. Em jî fikirîn ku wê dîsa vegerin mala xwe lê wisa nebû. ”

Li gorî agahiyên Sereşt ji birayê xwe girtine da zanîn ku wan birine Dîlokê û 54 welatiyên Iraqî jî li cem wan hene.

Sereşt diyar kir ku piştî wê rojê û şunda agahî ji wan negirtine û tekilî bi temamî bi wan re hatine qûtkirin.

Her wiha Sereşt diyar kir ku beriya demekî nêzik ji Suriyê hin kes li wan geriyane û ji bo her neh kesan fîdye xwestine

Sereşt, anî ziman ku weke malbat serî Li Wezareta Karên Derve ya Îranê dane lê heta niha tiştek nekirine.

Malbatên wan banga alîkariyê li sazî û dezgehên navnetewî kirin.

Back to top button