Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn

Dewleta Tirk di qirkirina gelê Kurd de sînoran nas nake, pîvan û rêzikê xwe tineye.
Apê Mûsa Anter rojnamevan bû û rewşenbîrekî rûsipî yê Kurd bû.
Dewleta Tirk 20’ê Îlona 1992’an Apê Musa kuşt.
Apê Mûsa li kolana ku 29 sal berê lê hatibû qetilkirin, hat bibîranîn.

20 Îlona 1992’an, Rewşerbîr, nivîskar û Rojnemevanê Kurd Apê Musa li kuçeya taxa Seyrantepe ya Amedê, hate kuştin.

Mûsa Anter di heman demê de bi nasnav Apê Musa bi reşkujiyekê ya hov û harên dewleta Tirk ên weke Hamît Yildirim yê bi nasnav Yeşîl û yên weke wî bêbext ên dijminê qewmê xwe, hat kuştin.

Gelê Kurd her sal Apê Mûsa li cihê şehîd bûye bi bîr tîne.

Îro jî rojnamevanan salvegera 29’an a şehîdbûna wî, bi bîr anîn.

Komeleya Dîcle Firatê ya Rojnamevanan (DFG) ji bo bîranîna Apê Mûsa li kuçeya lê şehîd bûbû bernameyeke bîranê li dar xist.

Gelek rojnamevan û rêveberên HDP, DBP, MEBYA-DER, TUHAY-DER, MED-DER beşdarî bîranînê bûn.

Wêneyên rojnamevanên hatine kuştin jî hatin hildan.

Bernameyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir.

Di bîranînê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û got:

“Zîhniyeta ku 29 sal berê li vê kuçeyê Apê Mûsa qetil kir, dixwaze tevahiya çapemeniyê kurd bêdeng bike.

Tevî hemû zext û kuştinan jî pênûsa Apê Mûsa li erdê nema.

Em îro jî li vir didin nîşan û dibêjin wê çapemeniya kurd neyê bêdengkirin.”

Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û qirkeriya dewleta Tirk destnîşan kir û got:

“Em ê di têkoşîna heqîqetê de israr bikin û hesab ji kujerên Apê Mûsa bixwazin.”

Girseyê li cihê Apê Mûsa şehîd bûbû qerenfîl danîn.

Back to top button