PDK’ê 73 rojan êşkence li endamê HDP’ê Nîmet Guneş kiriye

Dadgeha Dihokê ya PDK’ê duh 7 sal cezayê girtîgehê li endamên Malbenda YNK’ê yê Zaxo Mela Nezîr û endamê HDP’ê Nîmet Guneş birî.
Hevjîna Nîmet Guneş, Eyşê Guneş got, “Em ji ber zilma dewletaTirk reviyan, lê me nedizanî PDK jî ji bo me nabe bira.”Kurê Guneş jî diyar kir ku bavê wî 73 rojan hatiye êşkence kirin.

Zilm û êrişên PDK’ê yên li dijî Kurdan her diçe zêde dibe.

Dadgeha Dihokê ya PDK’ê bi hênceta ku têkiliya wan bi PKK’ê re heye duh 7 sal cezayê girtîgehê li endamên Malbenda YNK’ê yê Zaxo Mela Nezîr û endamê HDP’ê Nîmet Guneş birî.

Guneş ku temenê wî 55 sale 10 salin li herêma Zaxoyê bi cih bûye.

Hevjîna Nîmet Guneş Eyşê Guneş û kurê wî derbarê cezayê girtîgehê de ji Rojnewsê re axivîn.

Hevjîna Nîmet Guneş got; “Ti sucek hevjînê min nîne, lê 7 sal ceza danê. Em ji ber zilma Tirkan reviyan, lê me nedizanî ev jî ji bo me nabin bira.”

Hevjîna Nîmet, Eyşê Guneş da zanîn ku asayîş rê nade ew Nîmet bibînin û got, “Piştî gelek hewldanan heya niha tenê me 2 caran Nîmet dîtiye. Nîmet tiştek nekiriye heta ku bê cezakirin, em vê napejirînin.”

Kurê Nîmet Guneş jî got;

“Piştî du mehan min bavê xwe li girtîgehê dîtibû. Gelek êşkence lê hatiye kirin, zeîf bûye. Heya niha tenê min kariye 2 car bavê xwe bibînim, 73 rojan bavê min hatiye êşkence kirin. Hem êşkenceya laş hem, jî derûnî lê hatiye kirin.”

Back to top button