Li Kampa Serdemê salvegera 18. a damezrandina PYD’ê hat pîrozkirin

Bi wesîleya salvegera damezrandina PYDê li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî hatin dayîn û pîrozbahî hatin lidarxistin.
Hat diyar kirin ewê têkoşîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî berdewam bikin.

Bi boneya salvegera 18’an ya damezrandina PYD’ê, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahî hatin li dar xistin.

Li Kampa Serdemê a Şehbayê, PYD’ê bi dirûşma “Bi PYD’ê em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser ava bikin û Suriyake Demokratîk ava bikin” şahiyek li dar xist.

Bi sedan nûnerên saziyên Rêveberiya Xwerser û şêniyên Efrînê ku l kampê bi cih dibin di şahiyê de amade bûn.

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso di şahiyê de axivî û salvegera damezrandina partiyê li gel pîroz kir.

Endama Koordînasyoan Kongreya Star li Efrîn Elîf Mihemed jî axivî û diyar kir ku dijminên herêmê bi hemû planên xwe dê nikaribin îradeya gel bişkînin.

Salvegera damezrandina PYD’ê li Til Birakê hat pîroz kirin

Li Navçeyea Til Birakê jî, buroya PYDê’ bi heman Armancê li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de salvegera damezrandina PYD’ê hate pîrozkirin û hate diayarkirin ku modela Rêveberiya Xweser ku PYD’ê ji xwe re esas girtiye, ji bo aloziya Sûrî çareseriya herî guncav e û wê karibe aramî û hevjiyaneke aştiyane ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê pêk bîne.

Li Amûdê salvegera damezrandina PYD’ê hat pîroz kirin

Li Navçeya Amûdê jî, buroya PYD’ê bi boneya salvegera damezrandina partiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser rola PYD’ê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Sûriyê û hat gotin wê têkoşîna wan bê navber dewam bike.

Back to top button