Mîhrîcana 3`yemîn a Hawar..Mîhrîcan bi xelatkirina 3 kesên serkeftî bi dawî bû

Mîhrîcana 3`yemîn a Hawar a Stranan, doh li kamapa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê bi dawî bû.

Komîteya Nirxandinê ya Mîhrîcanê navên kesên di pêşbirkê de bi ser ketin, ragihand û ew xelat kirin.

Bernameya mîhrîcanê ya roja dawî bi diruşma “Çanda resen dengvedana serdemê ye” destpêkir û axaftin hatin kirin.

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê Henan Seydo axivî û diyar kir ku nirxên civakê di çandê de ye, divê çand ji dijminan were parastin û ev yek anî ziman:

“Hêviya me ew e ku Efrîn were rizgarkirin û mîhrîcana 4`emîn lê li dar bixin.”

Bi navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê jî Efaf Heskê da xuyakirin ku dijmin bi hemû rêbazan hewl didin çanda civakê qir bikin, ji lew re divê ji wan re hişyar bin.

Stranbêjan stranên xwe pêşkêş kirin û komîteyê ew nirxandin.

Komîteya nirxandinê 3 kesên serkeftî hilbijartin û navên wan ragihandin

Kesên serkeftî ev in :

Mistefa Şêxo, Zêrîn Îbiş û Ferîde Tarî.

Di dawiyê de beşdarên serketî xelat wergirtin.

Back to top button