Luqman Ehmê: Wê ew jî bibin pariyek ji dewleta Tirk re

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed 17’ê Îlona 2021’an li bajarê Silêmaniyê ji aliyê MÎT’ê Tirk ve hat şehîdkirin.

Ji rojê ve bertek û nerazîbûnên xelkên herêmê û partiyên li Rojava zêde dibin.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê li hember kirinên dewleta Tirk banga yekîtiyê kir.

Luqman Ehmê ji aliyên Kurdî yên xizmeta dewleta Tirk dikin re got,

Eger hun siyasetên xwe di ber çavan re derbas nekin hunê bibin pariyek ji dewleta Tirk re.

Her wiha bang li aliyên Kurdî kir ku li dijî sîxurên dewleta Tirk yên li herêmê yekîtiya xwe ava bikin.

Luqman Ehmê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li hember kirinên dewleta Tirk helwesta xwe diyar bike û got,

“Divê lêkolîn derbarê sûcdaran were kirin, hesab ji wan were xwestin, ew û aliyên ku destekê didin wan werin eşkerekirin”.

Back to top button