Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera 18’an a damezirandina PYD’ê pîroz kir

Bi heman armancê li Lunbanê jî li hola Bereke ya li herêma Ecleton bi şahiyekê salvegera PYD’ê hate pîroz kirin.

Bernameya şahiyê bi axavtinan dest pê kir.

Bi navê PYD`ê ya Lubnanê endamê partiyê Ehmed Mihemed axivî.

Ehmed Mihemed diyar kir ku ew soza şopandina rêya şehîdan dubare dikin û anî ziman :

“Bi armanca ku li ser asta Rojava û tevahî Kurdistanê serkeftinên çarenûsî pêk bînin, bi tecrûbeyên dîrokê re rû bi rû man.”

Endama Kongreya Star Lava Bekir jî hemû têkoşer, endam û dostên gelê Kurd pîroz kir.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Lubnanê Ebduselam Ehmed jî salvegera partiyê li gel û malbatên şehîdan pîroz kir û wiha dewam kir:

“Tevî hemû zextên li ser partiyê, têkoşîna wan bûye bingeha azadiya hemû gelên herêmê.”

Di dawiya şahiyê de stranên şoreşger hatin gotin û beşdaran govend gerandin.

Back to top button