Koalîsyona Navdewletî li Idlibê 2 serçete kuştin

Li Idlibê 2 serçete hatin kuştin..

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ji wan serçeteyan yek Tûnisî ye..

Çavdêriyê ragihand ku Koalîsyona Navdewletî li Idlibê li ser rêya Binişê 2 serçete bi operasyoneke hewayî kuştin..

Çavdêriyê eşkere kir ku ji wan serçeteyan yek Tûnisî ye û girêdayî rêxistina El-Qaîdeyê ye..

Di çarçoveyê de, çeteyên “Heyet Tehrîr El-Şam” bi tawana hevkariya digel Koalîsyonê, nêzî 10 kes girtin..

Çavdêriyê da zanîn ku ev kes ji koçberên ji Idlib, Himis û Hemayê ne û çarenûsa wan hê nediyar e.

Di çarçoveyê de, Serokê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad El-Şamî got ku armanckirina her serçeteyan gaveke erênî ye..

Ferhad El-Şamî bang li civaka navdewletî kir ku zextê li Tirkiyê zêde bikin..

Back to top button