Li Sûdanê..Hin serbazan hewl da li dijî hikûmetê derbeyekê pêk bînin

Li Sûdanê hewla derbeyekê hate dan..

Li gor ragihandina Sûdanî, hin serbazan hewl da ku derbeyekê li dijî desthilatê pêk bînin.

Meclisa Serweriyê ya Veguhêz ragihand ku hin serbazan vê sibehê hewl da ku li dijî hikûmtê derbeyekê pêk bînin..

Meclisê da zanîn ku fermandarê Çekên Zirxî bi vê hewldanê rabûye..

Ragihandina Sûdanî jî diyar kir ku derbekeran destpêkê hewl da ku navenda “ragihandina fermî” kontrol bikin..

Ragihandina Sûdanî got ku derbe têk çû û hemû hewlder hatin binçavkirin.. bê ku nasnameyên wan werin eşkerekirin.

Back to top button