Mela Nadir Elî: Nabe em qebûl bikin ku kesên kirêgirtî welatê me birêve bibin

Kuştina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed li bajarê silêmaniyê yê Başûrê kuristanê ji aliyê MÎT’a Tirk ve, bûye cihê fikaran.

Mele Nadir li ser mijarê diyar kir ku Saziyên sîxûrî yên dagirkerên Îran û Tirkiyeyê eşkere li taxên giştî yên Silêmaniyê welatiyan dikujin.

Her wiha Dr.Mehmud Osman anî ziman ku ev demeke Tirkiye êriş dike, Kurdan dikuje, zeviyan di şewitîne û tu bertek ji hikumeta başûrê Kurdistan tune ye.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed 17’ê Îlona 2021’an li taxa Çarçira bi destê MÎT’a Tirk ve hate şehîdxistin.

Ji bûyerên ku li Başûrê kudistanê diqewimin diyar dibe ku Başûr ketiye bin serweriya saziyên sîxûrî yên dagirkerên Îran û Tirkiyeyê.

Têkildarî kuştina Şehîd Şukrî Serhed, Meleyê ji Silêmaniyê Nadir Elî ji ROJNEWS’ê re axivî û got:

“Divê em qebûl nekin ku kesên kirêgirtî welat me bi rêve bibin.”

Mele Nadir diyar kir ku Saziyên sîxûrî yên dagirkerên Îran û Tirkiyeyê eşkere li taxên giştî yên Silêmaniyê welatiyan dikujin.

Mele Nadir bal kişand ser desthilata herêmê ku çawa rê dide kesên kiryarên wiha dikin ku bi hêsanî derbasî xaka Kurdistanê bibin û sîlahan bi xwe re rahijênê

Di dawiyê de Mela Nadir bang li desthilata herêmê kir ku kirinên bi vî rengî dubare nebin.

Dr.mehmud Osman: Çênabe civaka navneteweyî li hember êrişên Başûr bêdeng bin

Her wiha Siyasetmedarê Kurd Dr.Mehmud Osman jî axivî û diyar kir dewletên Tirk, Îran, Iraq û Suriye li ser tinekirina Kurdan hem fikirin.

Ev demeke Tirkiye êriş dike, Kurdan dikuje, zeviyan di şewitîne, Îran jî dibêje hêzên Kurdî yên Rojhilat nabe li Başûr hebin. Tu bertek ji hikumeta Herêmê Tune ye.

Dr.Osman daxuyakirin ku civaka navneteweyî jî li hember van êrişan hîn bêdeng e, ji bona wê hest tê kirin ku metirsî li ser gelê Kurd heye.

Siyasetmedarê Kurd got:

“Erdogan gelek caran gotiye ew naxwazin mîna li Iraqê, li Suriyeyê jî statuyek Kurdan hebe.

Bi vê yekê dijbertiya xwe ya li beramberî Herêma Kurdistanê jî nîşandaye.”

Dr.Mehmud Osman Daxwaz ji hemû alî û hêzên Kurdî kir da ku li dijî van pilanan yekgirtina xwe çêkin.

Back to top button