Cibraîl Mistefa: Sûcên ku Tirkiyê li Efrînê pêk tîne pêkanîna mîsaqa millî ye

Meh li mehê zêde dibe, cîhana çavkor jî hîna kortir dibe..

Li Efrîna dagirkirî kuştin, talan, ji holêrakirina ziman û revandina jinan dewam dike..

Ji dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê bajarê Efrînê 18`ê Adara 2018`an ve dagirkiriye, li dijî niştecihên resen sûcên hovane pêk tîne.

Sûcên ku li Efrînê tên kirin sûcên plankirî ne û bi çavdêrya MIT`ê têne kirin.

Leşkerên arêtşa Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî sivîlan dikujin, direvînin û milkên wan talan dikin, îşkenceya fîzîkî û derûnî li jinan dikin, guhertina demografîk pêk tînin..

Deverên dîrokî xirab dikin û siyasetên tirkkirinê ferz dikin.

Bi vê yekê planên Osmanî û Mîsaqa Millî pêk tîne.

Li aliyekî din bi hin aliyan di nav de ENKS’ê koçberên Efrînê bi kar tînin û hewl dide berxwedana şêniyên wê yên li Şehbayê bişkîne.

Têkildarî mijarê Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa diyar kir ku sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, hemû qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dikin û got:

“Ev sûcên plankirî ne û bi çavdêrya MIT`ê têne kirin.

Hingî sûc li Efrînê pêk tên, êdî mirov nema dikare wesif û qanûnekî jê re bibîne.”

Li ser vê yekê Cibraîl Mistefa da xuyakirin ku Efrîn bûye kaniya çeteyên tundraw û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van kiryaran qanûnên navneteweyî bin pê dike û divê bi awayekî qanûnî, hesab jê were xwestin.

​​​​​​​ ​​​​​​​Cibraîl Mistefa: Zêdetirî hezar çeteyên heyet Tehrîr El-Şam li Efrînê û gundewarên wê bi cih kirine

Parêzer Cibraîl Mistefa îşaret bi komên terorîst ên ku dewleta Tirk di demên dawî de li gund û navçeyên kantona Efrînê bi cih kirine, kir û ev lê zêde kir:

“Di vê qonaxa hesas de û piştî nakokî di navbera ‘Odeya Ezim’ û avakirina odeya Heyet Tehrîr Sûriye de derket, Tirkiye zêdetirî hezar çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam şand Efrîn û gundewarê wê.”

Hîn jî berjewendiyên navneteweyî didomin, ji aliyên navneteweyî yê fermî ve peyman û piştgiriyên veşartî yê ji çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam re hene.

Di dawiyê de Cibraîl Mistefa got, dewleta Tirk a dagirker bi van sûcan armanc dike ku planên osmaniyan vegerînin û Mîsaqa Millî zindî bike.

Back to top button