Îro careke din êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê hebûn.
Artêşa dewleta qirker vê sibehê berê topên xwe dabû Şehbayê û du gundên wê topbaran kir.
Artêşa dewleta Tirk îro dîsa gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên Şehbayê topbaran kir.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, heta amadekirina vê nûçeyê nêzî 14 topên obîs û hawanan li herêmê ket.
Artêşa Tirk gundê Dibis ê Eyn Îsa topbaran kir
Her wiha artêşa dewleta Tirk gundê Dibis yê Eyn Îsayê jî topbaran kir û 4 top li gund ketin..
Doh bi şev jî heman artêşê gundê Fatsa yê rojhilatê navçeya Eyn Îsyê topbaran kir.