KNK’ê: Divê mela Nezîr Berwarî û hemû girtiyê siyasî bên azadkirin

Bi sedan kesên muxalifê desthilata PDK’ê, ji ber sedemên siyasî hatine girtin. Yek ji wan girtiyan endamê KNK’ê mela Nezîr Berwarî ye.

Konseya Rêveber a KNK’ê li ser girtin û cezakirina endamê KNK’ê Mela Nezir Berwarî daxuyaniyek da. KNK’ê girtina Mela Nezir Berwarî bi tundî şermezar kir û bang li rêveberiya Başur kir ku dest ji van kirinên xwe berdin û girtiyên siyasî azad bikin

Endamê KNK’ê Mela Nezîr Berwarî ji ber xebatên xwe yên siyasî di meha Sibatê a 2021’an de hate girtin.

Beriya du rojan dadgehê 7 sal cezayê zindanê li Mela Nezîr Berwar birrî.

Tekîldarî biryara dadgeh û kirinên rêveberiya herêmê Konseya Rêveber a KNK’ê daxuyaniyek da û got;

“Em biryara girtin û cezakirina Birêz Mela Nezir Berwarî, bi tundî şermezar dikin.

Her weha bang li rêveberiya Herêmê dikin û dibêjin dev ji van kiryaran berdin û Mela Nezir û hemî girtiyên siyasî azad bikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku girtin û cezakirin ji ber sedemên siyasî ye û bê hiqûq e.

Back to top button