Ji despêka 2021’an heta meha Tebaxê 289 Efrînî hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber didomin. 4 rêxistinên mafên mirovan eşkere kirin ku ji destpêka sala 2021′ û heta meha tebaxê, çeteyan 289 kes revandin, ji wan tenê 76 kes hatin berdan. Rêxistinan bang li NY kir ku li hember van kiryarên li Efrînê bêdeng nemîne.

Li Efrîna dagirkirî, kirinên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên mîna kuştin, revandin, dizîn û talankirin bê navber dewam dikin.

Ji bo rê li pêşiya van kirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên dermirovî werin girtin hin rêxsitinên mafên mirovan ketin nava tevgerê.

Rêxistina Sûrî ya Edalet û Lêpirsînê, Rêxistina Sûriyên ji bo rastî û Edaletê, Rêxistina Pêl ya sivîl û Saziya Hevdestî, kiryarên dewleta Tirk yên mîna revandina sivîlan yên sala 2020 û 2021’an belge kir û ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin.

Her 4 rêxistinan bang li Neteweyên Yekbuyî kir ku sînorekî ji van kirinên dewleta Tirk yên li Efrînê bîne..

Li gorî ku her 4 rêxistinan, çeteyên dewleta Tirk di sala 2020’an de, zêdetirî 587 kes revandin.

Her wiha ji destpêka sala 2021’an heta meha tebaxê jî çeteyan 289 kes revandin, ji wan tenê 76 hatin berdan.

Back to top button