Hêzên hikûmeta Şamê bajarokê Mesakin Cilîn da ber topan

Şer û aloziya li Sûrî her berdewam e. Hêzên hikûmeta Şamê rojavayê Derayê û, bajarokên li ‘herêmên bêçek’ û başûrê Idlibê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh hêzên hikumeta Şamê bajarokê Mesakin Cilîn topbaran kir.

Çavdêriyê diyar kir ku topek li bajarokê Til Şihab ê rojavayê Derayê ket.

Hate zanîn ku ev êriş hemwextî şerê di navbera çekdarên nenas û hêzên hikumeta Şamê de li derdora benda çargoşeyî û Mesakin Cilîn pêk hat.

Çavdêriyê diyar ku endamên li ser bendên kontrolê yên hêzên Hikimeta Şamê şênî tengav kirin, li gelek zarokan dan û pere ji kesên ku di bendê re derbas dibin distendin.

Hêzên hikûmeta Şamê bajarokên herêmên bêçek topbaran kir

Li aliyekî din jî hêzên hikûmeta Şamê bakurê rojavayê Hemayê û çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Back to top button