Li herêmên din yên dagirkirî jî kiryarên dermirovî û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên dewam dikin. Duh Çeteyên dewleta Tirk 4 rûspî, ku yek ji wan nexweşê penceşêrê ye, ji Girê Spî revandin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên dagirkeriya Tirk duh 4 rûspî ji eşîrên cuda ji bajarokê Elî Bacliyê revandin.
Rûspiyên hatine revandin ev in:
Ismaîl Îsa El-Musa
Salih Xelîl El-Himiş
Xelîl Rehíl El-Hoş yê ji eşîra El-Bû Esaf
û Serhan Şêx Ehmed yê ji eşîra El-Bû Xemîs
Her wiha hat diyar kirin ku yek ji rûspiyên hatine revandin Xelîl Rehîl El-Hoş nexweşê pençeşêrê ye.