Li Silêmaniyê Dayikên Aştiyê: Li dijî êrişan divê em yekîtiya xwe ava bikin

Komxebata Dayikên Aştiyê yên ji çar aliyên Kurdistanê îro li bajarê Silêmaniyê pêk hat. Ji çar aliyên Kurdistanê dayîk tevlî komxebatê bûn û nîqaşên berfireh hatin kirin. Di komxebatê de dayikan li dijî êrişan bal kişandin ser pêkanîna yekitiyê.

Komxebata Dayikên Aştiyê li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê hat lidarxistin.

Komxebat li salona salon Îbrahîm Ehmed ya Silêmaniyê pêk hat.

Di komxebatê de dayikên ji bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê amade bûn.

Di komxebatê de panelên bi çend sernavên cûda hatin lidarxistin û nîqaşên berfireh hatin meşandin.

Dayikan li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, girîngiya hewldanên ji bo yekîtî û aramiya Kurdistanê nîqaş kirin.

Di destpêkê de endama komeleya dayikên aştiyê Fewziye Ebdulkerîm axivî û diyar kir ku ji bo dawî anîna şer ji dayika xwest ku roleke zêde bigirin û got,

“Ji bo dagirkerî bi dawî bibe û bes zarokên me şehîd bibin, divê em zêdetir bixebitin û têkoşînê bikin.”

Paşê mamoste û çalakvana jin Sinûr Kerîm li ser rola dayikan di perwerdeyê de axivî û diyar kir ku dayik dibistan û perwerdekara yekemîne.

Sinûr da zanîn ku beşek ji dayikên beşdarê komxebatê bûne, dayikên şehîdane û wiha got,

“Beşek ji we zarokên xwe şehîd dane û beşek jî zarokên wan di nava berxwedanê de ne. Yên li ber xwe didin zarokên me tevane. Ku bi destê dagirkirkerên ku êrişî ziman, çand û welatê me dikin tên şehîda kirin.

Yek ji beşdarvanê panelê Pakîstan Mihemed jî axivî û wiha got,

“Armanca ji êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Başûrê Kurdistanê dagirkirin û parçekirina tevahiya Kurdistanê ye. Beriya ku peymana Lozanê di sala 2023’yan bi dawî bibe dijmin dixwze Kurdistanê sed salê din jî parçe bike.”

Pakîstan Mihemed bang li dayikan kir ku li hemberî pilanên dagirkeriya Tirkiyê hişyarbin û destûr nedin ku pilanên dijminan bicih bên.

Endama Kongra Star Bêrîvan Mihemed jî axivî û bal kişand li ser dagirkeriya Rojavayê Kurdistanê û wiha got,

“Tirkiyê xwest bi êrîşên li ser Rojava destkeftiyên me tune bikin, lê nekarîn bigihijin armancên xwe û emê serê xwe netewînin.

Di dawiya panelê de beşdarvana bi navê Amîna ya ji Rojhilatê Kurdistanê axivî û ji desthilata başûrê Kurdistanê xwest, li dijî êrîşên Tirkiye û Îranê raweste û got:

“ji bo em pêşî li rijandina xwîna zarokên xwe bigirin divê em yekîtiya xwe pêkbînin, .”

Back to top button