Lîbiya..Parlementoyê bawerî ji hukûmeta Debîba wergirt

Di wextekî de ku Lîbya xwe ji bo hilbijartinên giştî amade dike, careke din nîşaneya aloziyên siyasî xwe da der. Bi piraniya dengên li parlementoyê, bawerî ji hukûmeta Abdulhemîd Debîba hate wergirtin.

Piştî 10 sal ji pirsgirêk û şerê navxweyî, hatiye plankirin ki li Lîbyayê hilbijartinên giştî pêk werin.

Ev yek di encama hewldanên hêzên cîhanî û herêmî de çêbû.

Tam di wextek wiha de, îro Parlementoya welata navenda wê li Tabreq e, biryara xwe a têkildarî hukûmeta Abdulhemîd Debîbe eşkere kir.

Li gorî vê,

Ji 13 endamên parlementoyê, bi dengê 89’an bawerî ji hukûmetê hate wergirtin.

Bi gotineke din, erka Debîbe û hukûmeta wî hate betalkirin.

Ev biryar weke encameke erênî ji bo Xalîfe Hafter hate binavkirin.

Ji ber vê yekê Meclisa Bilind a navendê wan li Trablûsê ye li ber biryar rabû û got, ew ê ji aliyê wan ve neyê qebûlkirin.

Back to top button