Biden wê axaftina xwe ya yekem li civata giştî ya NY bike

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi gelek rojev û nakokiyên sereke dicive.
Ji mijarên şer û aloziyên heyî bigre heta nakokiyên siyasî yên navbera welatan de wê li bajarê New York yê DYA werin nîqaşkirin.
Di vê civatê de bûyerên nû jî heye.
Serokê DYA cara yekem wê di cîvatê de weke serok bi axive.
Berpirsên ji Rêveberiya Biden jî dibêjin,
“Ji bo serok û serokatiya wî li ser asta cîhanê, hefteyeke girînge.”

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) Joe Biden wê îro wek serokê Amerîka cara yekemîn di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de biaxive.

Li civatê ku gelek xalên rojevê lê henî, tê payîn ku Biden peyama “DYA vegeriya” zelal bike.

Li gorî nûçeya The Guardian, li pêşiya Biden ku wê DYA vegeriya zelal bike, gelek xalên ku derbikevin pêşiya wî hene.

Koşka Spî axaftina Biden ya ku wê li Civata Giştî ya NY were kirin, ji bo careke din Amerîka serkêşiya avhewa û dayîna pejirandina ku DYA vegeriyaye.

Berpirsekî asta bilind yê ji rêveberiya Biden jî got:

“Ji bo Serok û serokatiya wî li ser asta cîhanê, hefteyeke girînge.”

Wî got axaftina îro dê ‘bidawîbûna şerê 20-salî’ û destpêka serdemek dîplomasiya dijwar ronî bike.

Heman berpirsî diyar kir ku axaftina Bdien wê “dawî anîna şerê 20 sal” û destpêka serdemek dîplomasiya nû ye.

Hat diyarkirin ku Biden wê di axaftina xwe de bibêje ku ew dixwaze ji “Şerekî Sar” ê nû ku cîhan di nav blokan de hatiye dabeş kirin, bireve.

Tadros: Biden wê ji helwesta Trump a berê sûdê bigre

Rêvebera Nivîsgeha Rêxistina Efû ya Nanetewî (Amnesty) Sherine Tadros li New York ê ye got;

Biden dikare ji berhevdkirina xwee ya ji serokê berê yê DYA Donald Trump ku bi eşkere dijminahiya NY dikir, sûd werbigire.

Tadros got;

“Pîvan kêm e. Bê guman ji nû ve danûstendin tune.

Lê ger hûn li Efxanistanê û şerê li Xezeyê binêrin, hûn ê bibînin ku Biden wekî plana B li Neteweyên Yekbûyî dinêre.”

Back to top button