Tevî gelek nakokî û aloziyên li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê, Civata Giştî ya NY despê kir.
Di civata ku li bajarê New York yê DYA pêk tê de, pirsgirêkên cîhanê yên wekî pandemiya Coronayê, şer û guhertina avhawayê tên nîqaşkirin.
Îro li bajarê DYA New Yorkê civîna 76`an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) despêkir.
Sekreterê giştî Antonio Guterres hişyarî da ku Amerîka û Çîn derbasî şerekî sar dibin.
Li gel belavbûna Vîrusa Coronayê (Covid-19) ku di encamê de sala borî civîn online li dar ket, bi dehan serokên dewlet û hikumetan, rayedarên payebilind wê beşdar bibin.
Beriya ku serokê Amerîkayê Jeo Biden di civînê de biaxive, Guterres hişyarî têkildarî şerekî di navbera Çîn û DYA`yê de da û got:
“Berdêl çi dibe bila bibe, divê ev şerê sar pêk neyê.”